Bakirhan têkildarî êrîşa li ser Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re axivî

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, têkildarî êrîşên Îran û komên girêdayî wê, bi Serokê demborî yê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re peywendiyek telefonê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî naveroka peywendiyê DEM Partiyê daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tuncer Bakirhan êrişên ser Herêma Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kiriye.

 

Bakirhan sersaxî ji xizmên xebatkarê ewlehiyê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ku di encama êrişa bi ÎHA’yan de hatibû qetilkirin xwest.

 

Bakirhan destnîşan kir ku DEM Partî hestiyare ji ber rewşa nearam a ku Başûrê Kurdistanê têre derbas dibe û wiha bidawî kir:

 

“Hûn ne bi tenê ne, guh û çavên me li we ne.

 

Em êrişa li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye