Li Sine ji ber berfê înternet qut bû

Li Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber berfê li 103 gundan internet qut bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Teknolojiya Zanyariyan a Parêzgeha Sineyê Aram Heyderî, ji ber berf û bahozê tora pewendî û înterneta 189 gundan qut bûye.

Tê gotin pirsgirêka tora peywendî ya 86 gundan çareser bûye, lê 103 gund hîn jî bê internet in.

Aram Heyderî da xuyakirin ku qutbûna înterneta 16 gundan ji ber qutbûna kabloyên înternetê çêbûye û ya 173 gundan jî ji ber qutbûna elektirîkê înternet qut bûye.

Aram Heyderî da zanîn ku ji 26’ê Kanûna 2025’an ve 35 tîmên ku ji 70 pisporan pêk tên, hewil didin înterneta hemû gundên parêzgehê çêkin.

Li gorî Aram Heyderî hewildanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan dewam dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye