Xwepêşandan li pêşiya Meclisa Bajarê Hesekê pêk hat. Xwepêşanderan got ku vê mehê para wan a mazotê nedane wan û xwestin mîna hemû bajarên dîtir mazot li xwediyên jeneratoran were belavkirin.
Xwediyên jeneratoran ji aliyên têkildar xwestin pirsgirêka wan bi lez çareser bikin û sîstema belavkirina mazotê were danîn.
Li bajarê Hesekê di vê mehê de gelek caran jenerator ji ber pirsgirêka mazotê sekinîn û kehrebe li ser şêniyan qut bû.