Lezgin

Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK’ê ji %71.5 e

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) di navbera 18-20’ê Gulanê de, li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînek di derbarê kongreya PKK’ê û pêvajoya çareseriyê de pêk anî.

reset font size increase font size

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) di navbera 18-20’ê Gulanê de, li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînek di derbarê kongreya PKK’ê û pêvajoya çareseriyê de pêk anî. Di SAMER’ê a li ser pêvajoyê de, piştgirî ji bo biryarên kongreya PKK’ê ji %71.5 e.

Piraniya welatiyan diyar kirin ku pêşketina pêvajoyê girêdayî helwesta meclîs û hikumetê ye. Di rapirsiya SAMER’ê de bi hezar û 504 kesan re hevdîtin hat kirin. Piştgiriya xurt a ji bo biryarên kongreya 12’emîn bal kişand.

‘Biryara PKK’ê erênî hat dîtin’

Ji %71.5 ê beşdarên rapirsiyê, biryara ‘fesixkirinê’ ya kongreya 12’emîn a PKK’ê erênî pêşwazî kirin.

Di nava vê rêjeyê de yên ku biryarê gelekî erênî dibinin %15.1 e.

Ji %56.4 tenê erênî dibînin.

Ji %17.4  beşdaran diyar kirin ku ew bê biryar in û tenê ji % 6’ê beşdarvanan biryar neyînî nirxandin.

Ji bo pirsa “Bi dîtina we, ev biryar dê aştiyê pêk bîne?” jî:

Ji %36.8’ê beşdaran  gotin “Erê.”

Ji %27.9’ê beşdaran gotin “Dibe”

Ji %22.7’êbeşdaran jî gotin “na”

‘Berpirsyarî li ser milê meclîs û hikumetê ye’

Piraniya beşdarên rapirsiyê (ji %48.4) dest nîşan kirin ku berpirsyariya aştiya mayînde li ser Meclîsê ye.

Ji %39 berpirsyarî dane li ser milê partiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

Ji %6.1 berpirsyarî dane li ser milê DEM Partiyê ye.

Ji %2.5 berpirsyarî dane li ser milê civakê.

Ji %79’ê beşdaran diyar kirin ku divê meclîs bi rengekî çalak însiyatîfa pêvajoyê werbigire.

Ji % 8.7’ê beşdaran diyar kirin ku ew bê biryar in.

Ji %6’ê beşdaran jî di vê mijarê de bersiva “Na” dan.

Daxwaza destûra bingehîn a nû’

Ji % 67.4 rêjeya beşdaran di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriyeke mayînde pêwîstî bi destûra bingehîn a nû heye. Bersiva pirsa dê çareseriyek mayînde çawa pêk were jî bi vî rengî ye:

Gavên demokratîk û cihê baweriyê %13.6

Karê ji bo aştiyê %7.6

Tevlîbûna meclîs û partiyên siyasî %7

Misogerkirin mafê Kurdan di destûra bingehîn de %5.8

Berdana girtiyên siyasî û guhertina destûra bingehîn %4.5

‘Dengên DEM Partiyê zêde dibin’

Ji beşdarên rapirsiyê hate pirsîn “Eger vê yekşemê hilbijartin pêk bên. Hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” bersivên hatin dayîn bi vî rengî ye:

Ji %44.9’ê beşdaran gotin DEM Partî”

Ji %19’ê beşdaran gotin “AKP” e

Bi vê rengî dengên DEM Partiyê li gorî hilbijartinên giştî yên 2023’an ji %3.7 pûanan zêde bû, yên AKP’ê ji %5.9 pûanan kêm bû.

Rustem Elîko

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24