Serokê Brezîlya yê Loyîz Inacîo Lûla da Sîlva di derbarê Xezayê de li dijî pêşniyarê Emerîkayê bertekên welatê xwe nîşan da.
Ajansa Reuters bertekên Serokê Brezîlya yê Loyîz Inacîo Lûla da Sîlva di derbarê pêşniyara Emerîkayê li ser Xeza ragihand. Sîlva diyar dike ku ew li dijî planên Emerîkayê ne. Serokê Brezîlya Sîlva pêşniyarê Serokê Emerîkayê Donald Trump bê wate bi nav dike û dibêje ku mirov pêşniyara wî fam nake.
Sîlva di domandina bertekên xwe de dide xuya kirin, “Divê Fîlîstînî axa Xezayê bi rêve bibe.”
Di dîroka 6’ê Nîsanê de Serokê Emerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû civiyan. Di civînê de Trump pêşniyar dike ku hemwelatiyên Fîlîstînî ji Xezayê were derxistin û Xeza bi destê Emerikayê ji nû ve bê Xezayî were avakirin
Perwîn El Eyo