Di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên roja Sêşemê de li ser Kîevê herî kêm 23 kes hatin kuştin. Di nav de Emerîkiyek jî hebû.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy da zanîn ku hêzên Rûsyayê zêdetirî 440 dron û 32 mûşek avêtin paytexta Ukraynayê û wiha got: “Wêraniya ku li Kîevê bûye ji dema şer de ya ‘herî tirsanek’ e.”
Karbidestên Ukraynayê gotin ku nêzîkî 27 cih li Kîevê di şeva sêşemê de ji hêla êrişên asmanî ve hatin lêdan. Avahiyên welatiyan, saziyên perwerdehiyê û binesaziya girîng jî di van êrîşan de ziyan dîtine.
Zelenskî di derbarê êrîşan de ev anî ziman: “Êrişên wiha terorîstî ne. Divê tevahiya cîhanê, dewletên yekbûyî yên Emerîkayê û Ewrûpa bersivê bide êrîşên bi vî rengî. Serokê Rûsyayê Putîn tenê ji ber ku dikare şer bidomîne vê yekê dike.”
Rustem Eliko