Civîna ku li bajarê Şamê peytexta Sûriyê ye, di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de pêk hatibû û li ser 4 xalên sereke li hev kiribûn. Yek ji wan xalên sereke ya civînê jî; çareserkirina pirsgirêkên mayî yên têkîldarî ezmûn û mîsogerkirina mafên xwendekaran bû.
Li ser vê mijarê endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Nora Ehmed ji Nûçe Tv re axivî. Nora Ehmed bal kişand li ser amadekariyên hatine kirin û got: “Ji bo amadekirina serlêdanên xwendekaran 6 navendên tomarkirinê li herêmên Rêveberiya Xweser (Hesekê, Qamişlo, Tebqa, Kobanê, Reqa û Dêra Zorê) hatine vekirin.”
Nora Ehmed eşkere kir ku, li Rojavayê Kurdistanê hejmara xwendekarên dibistana navîn a ku tevlî ezmûnên nivîskî bibin nêzî 27.000 in. Ji wan 13.000 yên kantona Cizîrê ne. Ji bo ezmûnan giştî 46 navend hatine amade kirin. 21 navend li bajarê Hesekê û 25 navend jî li bajarê Qamişlo ne.
Nora Ehmed dest nîşankir ku ji bo çavdêriya ezmûnên xwendekaran komîteyeke hevpar a demkî hatiye avakirin. Nora Ehmed di dawiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ezmûn di navbera 21/6/2025 û 9/7/2025’an de bê lidarxistin.
Demhat Misto