10 sal di ser koça dawî ya hunermend Bavê Selah re derbas bû
Dema Strana Lê Lewned tê bihîstin yekser hunermendê nemir Bavê Selah tê bîra Kurdan. Îro salvgera 10`emîn a koça dawî ya hunermendê Çiyayê Kurmênc Bavê Selah e. Bavê Selah hunermendekî Kurd yê navdar ji bajarê Efrînê ye. Wekî îro beriya 10 salan koça dawî kir.