Cejna Cema cejneke Êzidiyane her sal di hefteya yekem a meha cotmehê de destpêdike û 7 rojan didome.
Êzidî di vê cejnê de ronahiyên Laleşê teqdîs dikin û findên pîroz dişewitînin, Mîr û pîr wan beşdarî civînên ruhanî dibin,
qewlên pîroz û stranên ruhanî dibêjin. Her wiha govendê digirin û xwarinê ji bo hevnasî û hevaltiyê çêdikin.
Ev Cejn yekbûna civaka Êzidiyan e ku Êzidî dibêjin: “Em hemû yek in di nûrê Laleşê de."
Îro pîrozbahiya Cejna Cema li Perestgeha Laleşê destpê kir û wê 7 rojan bi merasîmên olî û çandî berdewam bike.
Hezarên Êzidiyên li welat û derveyî welat beşdar bûn û pîrozbahiya Cejna Cema dikin.
Di pîrozbahiyê de Berpirsê Ragihandinê yê Laleşê , Endamê Encûmena Ruhanî ya Êzidiyan û Micêwirê Kaniya Spî têkildarî Cejna Cema merasîmên olî axivîn.
Luqman Silêman: Cejna cema yek ji cejnên herî kevin ên Êzidiyan e
Berpirsê Ragihandinê yê Laleşê Luqman Silêman diyar kir ku Cejna Cema yek ji cejnên herî kevin ên Êzidiyane ku heft rojan li Laleşê tê pîrozkirin.
Luqman Silêman got ku di cejnê de Rojane sirûd û beytên olî yên wek; Beyta Cindî, Beyta Sibê û Beyta Hêvarî li gel mûzîkên Êzidiyan tên xwendin.
Her wiha govendek taybet heye jêre dibêjin ‘govenda Derekanî’ sibehan û êvaran tê kirin.
Roja pêncem a Cejnê Gayekî ji bo xwedê dikin qurban
Luqman Silêman destnîşan kir ku roja çarem a cejnê ‘roja siwarkirina perî’ ye û roja pêncem a cejnê ji bo xêra xwedê gayek dikin qurban û duayên salek têr baran û bi bereket dikin û roja şeşem jî wek ‘Cejna Qepax’ tê naskirin û merasîmên wê yên taybet hene.
Şêx Hesun: Êzidî ji her derî berê xwe didin Laleşê û heca xwe dikin
Endamê Encûmena Ruhanî ya Êzidiyan Şêx Hesun da zanîn ku ev der mezarê Şêx Şems e, xelk ji Bexda, Şingal û welatên din berê xwe didin vêderê û dua û niyazên xwe dikin û heca xwe dikin.
Şêx Hesun anî ziman ku her kesek nexweş be yan jî pirsgirêkek wan tendirustî hebe, dibin hindirê mezargehê yan jî li ber derê wê tewafê dikin û diçin.
Micêwirê Kaniya Spî Semîr Cuqî jî da zanîn rola Şêx kesayetên olî girîngin di cejnê de, piştî cejin bi dawî dibe herkes vedigere mala xwe. Tenê yê ku rojane van deran paqij dikin dimînin.