Bandora germahiya zêde li ser mirovan û rêbazên parastinê

Pêlên germahiyê yên herî dawî li seranserî cîhanê bandoreke giran li ser tenduristiya mirovan dike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Germahiya ku îro li seranserî cîhanê radibe, êdî ne tenê guhertineke demsalî ya asayî ye, lê krîzeke mezin a ekolojî û mirovî ye.

Germbûna gerdûnî sedema herî sereke ya ku dihêle bandora avhewayê li ser mirovan xeter be, ev guhertin ji ber kiryarên mirovan çêdibin.

Şewitandina sotemeniyên fosîlî mîna neft, komir û gazê ji bo pîşesazî û veguhastinê, qateke stûr ji gazên serayê (bi taybetî gaza karbonê) li dora goga erdê ava dike.

Qatên gazê tîrêjên rojê yên ku dakevin ser erdê di hundirê atmosferê de asê dihêle û nahêle ku vegerin fezayê, ev reşw wekî bandora serayê tê nasîn.

Ev germbûn dema digihîje bajaran, ji ber binesaziya nûjen hîn xisttir dibe, ji ber ku beton, asfalt û avahiyên bilind di nava rojê de germê dikişînin nava xwe û bi şev jî mîna sobeyekê vê germê belavî hawirdorê dikin.

Li aliyê din, birîna daristanên mezin û kêmkirina qadên kesk ên ku avhewayê hênik û paqij dikin, dibe sedem ku pêlên germê dijwartir bibin.

Ev guhertina di avhewayê de rasterast bandorê li ser fîzyolojiya laşê mirov dike, ji ber ku laşê me wekî sîstemeke hesas hatiye afirandin, divê her tim germahiya xwe ya hundirîn li dora 37 pileyan bihêle.

Dema ku germahiya derva dikişe ser 40 pileyan û bi taybetî dema ku rêjeya şilbûna hewayê bilind dibe, mîkanîzmaya herî girîng a laş  xwêdan têk diçe, ji ber ku xwê ji ser çermê mirov radike û dihêle laş xwe hênik bike.

Di vê rewşê de, dil neçar dimîne ku pir bileztir û bi hêztir xwînê pomp bike da ku germê bikişîne ser çerm û laş sar bike.

Ev bargiranî jî di mirovên ku nexweşiyên wan ên dil, hîpertansiyon û pirsgirêkên nefesê de hebin, rîska krîza dil û rawestana sîstema xwênê pir zêde dike.

Heke ev germbûna hundirîn berdewam bike û bigihîje ser 40-41 pileyan, rewşeke pir xeternak a bi navê "derblêketina germê" çêdibe ku tê de sîstema parastina mêjî pûç dibe, mirov hişê xwe winda dike, organên navxweyî mîna gurçik û kezebê zirarê dibînin û heke di nava çend xulekan de midaxeleya bijîşkî ya sarbûnê neyê kirin, ev rewş dibe sedema mirinê.

Her wiha wendakirina giran a av û xwê ya bi rêya xwêdanê ku jê re kêmavbûn an dehîdrasyon tê gotin, xwînê stûr dike, tansiyonê dadixîne û dibe sedema sergêjî û sistbûna masûlkeyan.

Ev tişt bi taybetî li ser kal û pîrên ku hestiyariya laşê wan kêm bûye û zarokên piçûk ên ku sîstema wan hîn bi temamî pêş neketiye, bandorên pir giran dike.

Rêbazên parastinê

Ji bo parastina li hember vê metirsiya mezin a ku jiyana mirovan hildigire, parastina kesane û hişyariya civakî dibin yekane rêya rizgariyê.

Rêbaza herî bingehîn û hêsan a ku her mirov divê bike, vexwarina domdar a avê ye:

Divê mirov li bendê nemîne ku tî bibe, ji ber ku tîbûn nîşaneya yekem a kêmavbûna laş e, lewma pispor pêşniyar dikin ku her demjimêr bi kêmanî qedehek av an vexwarinên xwezayî yên bêşekir werin vexwarin.

Di heman demê de divê mirov ji qehwe, çayê û vexwarinên bi gaz ên ku avê ji laş derdixin dûr bikeve.

Di warê tevgerekê de, parastina herî baş mabûna li cihên hênik û girtî ye û bi taybet di saetên herî xeternak ên rojê de ku di navbera 11:00 û 16:00`an de ne ku tîrêjên rojê herî tîr û asîman herî germ e.

Heke derketina derva neçarî be, bikaranîna cilên berfireh, sivik, ji qumaşê pembû û bi rengên ronî ku tîrêjên rojê paşve didin, ligel girtina şewqê û berçavkên rojê, dibe mertalekî baş li dijî tîrêjên rasterast.

Di asta malê de jî, hênikkirina laş bi rêya serşoka bi ava hênik an danîna qumaşên şil li ser cihên herî germ ên laş mîna stû û binçengan, germahiya hundirîn a laş dadixîne asta asayî.

Di dawiyê de, berpirsiyariya civakî beşek ji parastinê ye, tê de divê em her roj çavdêriya cîran, xizmên pîr, kesên ku tenê dijîn an nexweşên kronîk bikin, da ku di wextê de alîkariya wan were kirin berî ku germahî bandoreke kujer li ser wan bike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye