Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê rewşa jiyanî, her ku diçe, aloztir dibe.
Welatiyên bajarê Hesekê ev 7 sal in zehmetiya peydakirina ava vexwarinê dikişînin, her wiha kehrebe bi temamî li seranserê herêmê tune ye.
Digel vê jî, di dema dawî de krîzeke mezin a sotemeniyê derketiye holê û li benzînxaneyan qerebalixeke mezin çêbûye.
Piştî ku rêveberiya zevî û dezgehên petrolê ket destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, xelkê hêvî dikir ku rewşa wan baştir bibe, lê hêviyên wan bi lez şikestin, lewre bihayên sotemeniyê duqat bilind bûn.
Nirxê lîtreya benzîn û mazota destekirî ji nêzîkî 2 hezar lîreyên Sûrî heta 6 hezaran bilind bû û pê re li bazara reş jî nirxê lîtreyeke benzînê gihîşt dora 12 hezaran.
Di heman demê de, mekanîzmaya belavkirina sotemeniyê ku heftane ji bo erebeyan dihat belavkirin, tevlihev bû.
Beriya niha heftane 75 lître benzîn ji bo teksî û erebeyên ku kartên wan hene dihat belavkirin, lê niha ev rêje daket 60 lîtreyan ku ew jî pir dereng tê dayîn û carinan çend hefteyan dirêj dike.
Vê yekê bandoreke mezin li ajokaran kiriye û hiştiye ku gelek ji wan erebeyên xwe rawestînin yan jî kirêyên xwe buha bikin.
Ajokar û welatî bi giştî nerazîbûna xwe nîşan didin û dibêjin ew li ser xezanê petrol û çandiniyê yê herî mezin ê welêt dijîn, lê bi seatan disekinin da ku çend lître sotemenî bi dest bixin.
Ev rewşa xirab, aliyên peywendîdar û dezgehên rêveberiyê rûbirûyî berpirsyariya yekser dikin ku sînorekî ji siyaseta keysbazî û bedbûna rêveberiyê re deyînin û çareseriyê ji belavkirina sotemeniyê û xebitandina kampanyayên xizmetguzariyê re peyda bikin.