Gelek kes şekirê xwînê yê bilind, bi xwarina şîrînî yan vexwarinên şekir ve girê didin, lê belê tîbûn roleke rasterast di bilindkirina asta şekirê xwînê de dilîze.
Li gorî raporekê ku ji hêla malpera tenduristiyê `Verywell Health`ê ve hatî weşandin, kêmbûna şilavan di laş de dikare bibe sedema şekirê xwînê yê bilind, nemaze di nexweşiyên şekirê de.
Dema ku bêavbûn çêdibe, mîqdarê avê di xwînê de kêm dibe.
Ev jî dibe sedema kêmbûna qebareya xwînê ya giştî.
Di encamê de, rêjeya glukozê bilind dibe û dibe sedema zêdebûna asta şekirê xwînê.
Bi gotineke din, pirsgirêk ne zêdebûna rêjeya şekir e, lê belê kêmbûna vexwarina avê ye.
Ev jî dibe sedema guhertina hevsengiyê di laşê mirov û derxistina kêmasiyeke tenduristiyê.