Ev tedbîrên nû, ji bo pêkanîna biryarnameya Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê hatin girtin.
Naveroka biryarnameyê bi vî rengiye:
"Pêwîste ajokarên erebe û motorsîklêtan, çirayên spî yên bişewq û lezqeyên reş ji ser caman rakin û kesên temen biçûk erebeyan najon."
Rêveberiya Trafîkê ya Kantona Cizîrê, ji bo birêkûpêkirina muxalefetan û tevgera çûnûhatinê nuqte çêkirin, li ser rêyên sereke yên hundirê bajaran û derveyî wan dewriye gerandin.
Di çend mehên borî de, li herêmê bi awayekî berbiçav qezayên trafîkê zêde bûne ku ev rewş bû sedema gelek kes jiyana xwe ji dest bidin an jî birîndar bibin.