Şaredariya Reqayê pêkanîna projeyên xwe didomîne

Şaredyariya Gel a Reqayê pêkanîna projeyên xwe didomîne, niha jî dest bi projeyên çaksazkirina çerxerêya Temwîn û avakirina sûkeke li Parka Spî kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê dest bi projeya ji nû ve avakirina çerxerêya Temwîn a li bakurê bajêr kiriye ku ev çerxerêya Temwîn di salên borî de hatibû xirabkirin.

Di heman demê de şaredariyê dest bi avakirina sûkeke nû ya gel jî kiriye û wê ev sûk ji 40 firoşgehan pêk were.

Her wiha hat diyarkirin ku Rêxistina Parastina Mafên Zarokan (DCI) û Şaredariya Gel a Reqayê dest bi vê projeyê li parka Spî kirine.

Projeyê di dawiya meha borî de dest pêkiriye û wê di 4 mehan de pêk were.

Her wiha çaksazkirina binesaziyê, elektirîk û guhartina peykerên reş ên ku DAIŞ'ê danîbûn bi peykerê jinekê wê werin pêkanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye