FAO: Eger şer bi dawî nebe wê qeyrana xurek û enerjiyê derkeve

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hişyarî da ku şerê li Rojhilata Navîn dibe li ser sîstemên enerjî û çandinî-xurekê bandorên cidî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ekonomîstê FAO` Maximo Torero, nirxandin kir ku eger şer di demeke kurt de bi dawî nebe, wê di piyasayên kûreyî de bandorên cidî derkevin pêş.

 

Torero, got ku eger şer 3 û 6 mehên din bidome, ev yek wê bandorê hem li ser ewlehiya xurekê, hem jî li ser enerjî û hemû sektorên din bike.

 

Maximo Torero, destnîşan kir ku sîstemên xurekê divê bi qasî enerjî û xwegihandinê weke qadeke stratejîk were destgirtin.

 

Her wiha got ku divê razemeniyên ji bo vê qadê wê ji bo kêmkirina bandora krîzên kûreyî diyarker bin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye