Nexweşiya hepatît li bajarê Seqîlbiyê û Selemiyê yên Hemayê, belav bûye.
Kesên ku bi vê nexweşiyê ketine zêde dibe û piraniya wan jî zarok, kal û pîr in.
Şêniyên herêmê dibêjin ku li bajarê Siqêlbiyê, bajarokê Emorîn û gundê Nebil El Xetîb, zêdetirî 29 kes û li bajarê Selemiyê jî 15 kes, bi vê nexweşiyê ketine.
Derbarê vê mijarê Rêveberiya Tenduristiyê ya Hemayê daxuyaniyek da û got ku rewşa tenduristiyê di bin serweriya wan de ye.
Şêniyekî gundê Nebil El Xetîb got: "Zarokên ku av ji şebekeya avê ya giştî vexwariye, niha hinek ji wan bi nexweşiya hepatît ketine.
Nexweş gelekî vedirşin, zikê wan dêşe û zerik bi wan re çêbuye.
Li gorî bijîşk dibêjin ev rewş bi nexweşiya hepatît ve girêdayî ye."
Ji bo lêkolîna pirsgirêkê û bersivdayîna gazincên gel, Rêveberiya Tenduristiyê ya Hemayê diyar kir ku wan ekîbek amade kir û şand nava dibistanên gundê Nebil El Xetîb, bajarê Siqêlbiyê û bajarokên Hewarat û Emorîn.
Şêniyên Siqêlbiyê jî dibêjin komên lêkolînê li gorî pirsgirêka heyî tev negeriyane.
Şêniya ji bajarê Siqêlbiyê ya bi navê Henai Salim ku dayika zarokekî bi nexweşiyê ketiye got:
"Ekîbên lêkolînê hatin li pêşiya kamereyan klor xistin nava ava vexwarinê û ji bo tehlîl bikin av bi xwe re birin.
Piştre jî ragihandin ku av paqij e û tê vexwarin.
Lê heta niha nexweşî belav dibe taybet di nav zarokan de."
Şêniyan diyar kirin ku dibe ne tenê nexweşî ji şebekeyên avê yên giştî çêdibin, lê ji tankên avê yên dibistanan jî, ku bi mehan nehatine paqijkirin.
Hepatît çi ye ?
Iltîhabeke li şaneyên kezebê dixe, bi gelemperî bi rêya xwîna, xwarin û ava nepaqij, tê veguhestin.