Enqera, ku têkiliyên wê yên baş bi Washington û Tehranê re hene, berî ku Amerîka û Îsraîlê du hefte berê êrîşî Îranê bikin û şer dest pê bikin, hewl dabû ku ji bo çareseriyê navbeynkariyê bike.
Hakan Fîdan bi rêkûpêk bi rayedarên Îranî re di têkiliyê de ye.
Wezîrê Derve Hakan Fîdan li ser mijarên rojane hevpeyvînek da Ajansa Associated Press (AP).
Hakan Fîdan diyar kir ku tu pêşketinên cidî ji bo berdewamiya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de tune ye,
Her wiha Hakan Fîdan, destnîşan kir ku Îranî ji ber ku di dema danûstandinên navokî yên bi Amerîkayê re de rastî êrîşê hatine, xwe "xiyanetkirî" hîs dikin û got:
"Ez difikirim ku ew ji bo her dîplomasiyeke nefermî ya watedar vekirî ne."
Derbarê êrîşên Îranê yên li ser welatên din ên Kendavê de, Fîdan diyar kir ku ew hewl didin Îraniyan razî bikin ku van êrîşan rawestînin.
Her wiha li ser mijara mûşekên balîstîk ên ji Îranê hatine avêtin û ketine qada hewayî ya Tirkiyê de wiha got:
"Ez dizanim ku em rastî provokasyonan tên û em ê berdewam bikin.
Lê belê, armanca me ew e ku em ji vî şerî dûr bisekinin."
Di dawîyê de Fîdan balkişand li ser rewşa xezayê, tekez kir ku pêşîniya welatê wî avakirina komîteyek rêveberiya serbixwe ya Filistînî ye.
Her wiha diyar kir ku Amerîkî bi bêdengî hewl didin ku bi Îsraîlê re li hev bikin da ku Tirkiye beşdar bibe.