Wezareta Derve ya Libnanê hefteya borî ragihand ku wê akredîtasyona Balyozê Îranê Mihemed Riza Şeybanî betal kiriye.
Her wiha Wezaretê Mihemed Riza Şeybanî wekî kesekî nebijarte îlan kiriye û ferman daye ku heta roja yekşemê, 29'ê adarê, ji welêt derkeve.
Çavkaniyeke dîplomatîk a Îranî eşkere kir ku piştî fermana Wezareta Derve ya Libnanê, ku Mihemed Riza Şeybanî, di 29'ê adarê de dê welêt biterkîne
Hat diyar kirin ku Şeybanî li ser daxwazên Hizbulah û Serokê Parlemantoya Libnanê Nebîh Berî, wê li Libnanê karê xwe berdewam bike.
Li gorî çavkaniyek ku bi AFP'ê re axiviye, piştî vekişîna akredîtasyona Şeybanî ji aliyê wezaretê ve, wê li Libnanê bimîne.
Heman çavkaniyê wiha got:
"Balyoz wê ji bo rêzgirtina li daxwazên Serokê Parlamentoyê Nebîh Berî û Hizbulahê, Libnanê neterikîne.
Ji rayedarên Libnanî xwestibû ku vekişîna akredîtasyona Şeybanî "di cih de paşve bixin".