Wezareta Karên Hundir a Iraqê derbarê şewatê de daxuyaniyek nivîskî da û got:
“Şewata li markêtê bû sedem ku 61 kes jiyana xwe ji dest bidin, piranî di hemamê de ji ber dûmanê fetisî û mirin e.
Tîmên rizgarkirinê ji bo kesên winda bibînin lêgerînê dewam dikin.``
Avahiya li bajarê Kut ê navenda Iraqê ku agir pê ketibû sê qatiye.
Hate ragihandin di avahiya sê qatî de şewat di dikana Hyper Mall de derketiye.
Rayedaran ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo qurbaniyên şewatê li welat sê roj şîn hatiye ragihandin.