Komisyona hilbijartinan encamên dawî eşkere kir

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê Perlemantoya Iraqê, encamên dawî yên hilbijartinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Li gorî Komisyonê li Hewlêrê wiha ye YNK`ê 48, 921 deng bi dest xistiye. û PDK`ê 31,608 deng bi dest xistiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê Perlemantoya Iraqê, encamên dawî yên hilbijartinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. 

Li gor daxuyaniya Komîsyonê, eşkerekirina encaman ji ber nakokî û giliyên hin aliyan paş ket.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Perlemantoya Iraqê jî  serkeftina hibijartinan li Gelê Iraqê pîroz kir

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên dawî yên Herêma Başûrê Kurdistanê, hejmara kursiyan û namzetên di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de  bi serkeftine, ragihand.

Encamên dawî yên aliyan li Bazina Hewlêrê li gorî komisyonê wiha ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê 369,724 deng aniye û 9 kursî bidest xistiye.

Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan YNK`ê 97,411 deng anî û 3 kursî bidest xistiye.

Tevgera Helwest 63,298 deng û 2 kursî bi destxistiye.

Nifşê Nû 38,921 deng û kursîyek bi destxistiye.

Xiristiyan 18,517 deng û kursîyek bi destxistiye.

Li gorî Komisyonê Navê namzetên serkeftî li Bazina Hewlêrê wiha ye:

Elî Hema Salih-48, 921 deng bi dest xistiye. Rêbwar Hadî 31,608 deng bi dest xistiye. 

Encamên dawî yên partiyan li Bazina Kerkukê li gorî Komisyonê wiha ye:

YNK: 114,999 deng: 4 kursî bi destxistiye.

Teqedûm: 59,050 deng: 3 kursî  bi dest xistiye. Eniya Tirkmen: 28,302 deng: 2 kursî bi destxistiye.

PDK: 21,414 deng: 1 kursî bi destxistiye.

Hevpeymana Erebî: 15,448 deng: 1 kursî bi destxistiye.

Hevpeymaniya Ezim: 12,695 deng: 1 kursî bi destxistiye.

Namzetên Kurd yên li Bazina Kerkûkê serkeftin bidest xistine li gor Komisyona bilind wiha ye:

Rêbwar Teha : 96,068 deng bi destxistiye, Şaxewan Ebdullah : 21,414 deng bi destxistiye.

Encamên dawî yên aliyan li Bazina Silêmaniyê:

YNK: 241,143 deng 8 kursî , Helwest: 75,375 deng – 3 kursî , Nifşê Nû: 69,781 deng – 2 kursî. 

PDK: 68,834 deng – 2 kursî, Yekgirtû: 65,312 deng -2 kursî , Komel: 34,563 deng – 1 kursî

Encamên dawî yên aliyan li Bazina Dihokê:

PDK: 413,890 deng- 9 kursî bi destxistiye.

Yekgirtû: 72,986 deng – 2 kursî bi destxistiye.

Xiristiyan: 22,838 deng – 1 kursî bi dest xistiye.

Navê namzedên serkeftî yên Bazina Dihokê:

YNK: Cemal Ehmed - 58,209 deng bi destxistiye,

PDK: Binas Elî - 50,034 deng bi destxistiye.

Yekgirtû: Omer Salih:  9,765 deng bi destxistiye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye