Ev tetbîqat ji bo ceribandina rastbûna pergalên PACFIRE û pergala C-RAM bi avêtina guleyan hatine çêkirin da ku fonksiyona wan a rast û amadebûna wan ji bo parastina dij-mûşek û topxaneyê were misoger kirin.
Li gorî SOHRê, balafireke barkêş a Amerîkayê li baregeha asmanî ya Xerab El-Cîrê ya li gundewarê Rimêlanê ya li bakurê Hesekê daniye.
SOHRê her wiha da zanîn ku duh jî karwanekî leşkerî û lojîstîk ê Koalîsyonê ku ji 20 kamyonan pêk dihat, gihiştibû baregeha Qesrikê.
Di dema daketina wan balafiran de helîkopter li asmanê herêmê geriyane.