Kenala "Kan" a Îsraîlê ragihand ku danûstandinên îmzekirina lihevkirinê yên di navbera Îsraîl û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de, gihîştin rêyeke girtî, ango têk çûn.
Çavkaniyan da zanîn ku nakokiya sereke, li ser deverên Sûriyê yên ku artêşa Îsraîlê gihîştiye wan deveran, bû.
Heman çavkaniyan, destnîşan kirin ku Îsraîl amade ye ji hin nuqteyan, di çarçoveya peymana berfireh a aştiyê de bi Hikumeta Veguhêz re vekişe, lê ne di çarçoveya peymana ewlehî ya sînordar de.
Li gorî kanala "Kan" hîna gihaştina lihevkirinekê dûr e û ti nîşaneyên nêz ji bo lihevkirinan nîne.