Ajansa nûşeyan CNN da xuyakirin ku Amerîka plan dike ku êrîşên xwe li dijî Îranê heta çed rojan berdewam bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, ragihand ku Îsraîl û Amerîkayê operasyonek ji bo ji holêrakirina gefa hebûnî ya ku ji hêla rejîma Îranê ve tê çêkirin, dest pê kirine.
Netanyahu da zanîn ku Operasyona Amerîka-Îsraîlê wê şert û mercên ku dê gelê Îranê bikaribin "çarenûsa xwe kontrol bikin" biafirîne.
Wezareta Şer a Amerîka li ser X'ê operasyona "epic fury" (Hêrsa Destanî) dest pê kiriye.