Di biryarnameya nû ya Hikûmeta Veguhêz de Newroz û Akîto hatin paşguhkirin

Di biryarnameya der barê roj û cejnên fermî de, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Newroz jî di nav de, gelek roj û cejnên pêkhateyên Sûriyê weke tune hesibandin. Pêkhateyên Sûriyê, bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku ev berdewamkirina rêbaza dûrxistin û paşguhkirinê ye ku rejîma berê pêk dianî. Di dema ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê van biryaran derdixe navê 58 kesan ku di girtîgehên wan de hatine kuştin, hatine belgekirin.

reset font size increase font size

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê biryanameya sala 2025'an bi hejmara 188'an der barê roj û cejnên fermî de derxist.

 

Di biryarnameyê de gelek roj û cejnên gelê Kurd û gelên din ên Sûriyê hatin paşguhkirin.

 

Di biryarnameyê de Cejna Newrozê ku di roja 21'ê Adarê de ye, nehatiye destnîşankirin û li şûna wê biryara rejîma Baasê ku roja 21'ê Adarê kiribû Roja Dayikan, hatiye bicîkirin.

 

UNESCO'yê Newroz xistiye nav lîsteyên mîrateya çandî ya mirovahiyê

 

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê UNESCO di 2010´an de, Newroz xist nav lîsteyên Mîrateya Çandî ya Nemadî ya Mirovahiyê û 21'ê Adarê wekî rojeke navneteweyî ji bo pîrozkirina Newrozê, destnîşan kiribû.

 

Hikûmeta veguhêz şopa rejîma berê ya Sûriyê didomîne

 

Hikûmeta Veguhêz jî, şopa rejîma berê ya Sûriyê didomîne ku di sala 1988`an de biryarnameya bi hejmara 104`an derxistibû û 21`ê Adarê wekî "Roja Dayikan" nîşan dabû.

 

Di biryarnameya nû de jî, cejna Akîto, cejna neteweyî ya Suryanî, Asûrî û Kildaniyan ku her sal di 1'ê Nîsanê de tê pîrozkirin û yek ji kevintirîn cejnên dîroka mirovahiyê ye, hatiye paşguhkirin.

 

Di biryarnameya nû de roja şehîdan hat tunekirin

 

Hikûmetê çend rojên neteweyî yên din ên Sûriyê jî paşguh kirine; bi taybet Roja Şehîdan ku di 6'ê Gulanê de tê pîrozkirin, roja ku Osmaniyan gelek rewşenbîr û çalakvanên Sûriyê li Qada Mercê ya Şamê bi darve kiribûn.

 

Di girtîgehên Hikûmeta Veguhêz de 58 kes hatine kuştin

 

Di dema ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê van biryaran derdixe, Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)`ê ragihand ku di girtîgehên Hikûmeta Veguhêz de bi dehan girtî hatine kuştin û çarenûsa bi hezaran girtiyên din ne diyar e.

 

SOHR`ê destnîşan kir ku navên 58 girtiyên di girtîgehên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de yên ku hatine kuştin, hatine belgekirin.

 

Li girtîgehên cuda yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê 8 hezar girtî hene

 

Her wiha li gorî agahiyan jî, ji zêdetirî 9 mehan ve li girtîgehên Hema, Hums, Edra ya Şamê, Harim a Hemayê, Efrîn û Raî ya Helebê 8 hezar girtî hene.

 

SOHR`ê da zanîn ku girtî di şert û mercên dijwar de dijîn û ji mafên xwe yên rewa, wekî xwarinê bêpar hatine hiştin.

 

Her wiha ji bo başkirina rewşa jiyana girtiyan, pere ji malbatên wan tên xwestin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24