Hêzên Îsraîlî derbasî 2 navçeyên başûrê Sûriyê bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Îsraîlî, di nava axa Sûriyê de, pêşve diçin û derbasî 2 navçeyên Dera û Quneyterayê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê diyar kir ku duh, hêzeke leşkerî ya Artêşa Îsraîlê, ku ji sê wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî gundê Kodne li gundewarê Quneytrayê li başûrê Sûriyê bû.

Piştî wê, ew hêz vekişiya û ber bi aliyê baregeha Til Ehmer ve vegeriya.

Li aliyekî din jî, Navenda Çavdêriyê da zanîn ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 4 erabeyan pêk dihat, kete gundê Abdîn ê li navçeya Yermûkê ya li gundewarê rojavayê Derayê.

Navendê destnîşan kir ku ew hêz nêzî sivîlan nebû û piştî demekê ew vekişiya û vegeriya nav axa Îsraîlê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24