Di daxuyaniyekê de, Dezgeha Dije Terorê got ku operasyoneke li parêzgeha Enbarê hate kirin û di encamê de terorîstek hate girtin."
Daxuyaniyê zêde kir ku hêzên wan li gelek parêzgehan operasyonên lêgerîn û paqijkirinê yên berfireh didomînin û wiha got:
"3 operasyonên cuda li Mûsena, Diyala û Salahedînê hatin kirin.
Di encamê de veşartgehên terorîstan hatin hilweşandin û teqemeniyên destçêkirî û cebilxane hatin dîtin û desteserkirin."
Dezgeha Dije Terorê ya Îraqê ji bo kesê ku hatiye girtin navê "terorîst" bi kar anî, lê eşkere nekir ku ev kes endamê kîjan grûpê ye.