Komîteya dîplomasiyê li Brukselê civînek li dar xist

Li paytexta Belçîka Brukselê 32'yemîn civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hate lidarxistin. Di civînê de beşdaran tekezî li ser xurtkirina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kir û gotin ku divê yekîtiya neteweyî were avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li Brukselê paytexta Belçîkayê 32'yemîn civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hate lidarxistin.

Di civînê de li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxandinên girîng hatine kirin.

Bi beşdariya nûnerên gelek partî û saziyên Kurdistanî li navenda KNK'ê ya li bajarê Brukselê civîna komîteya dîplomasiyê hate lidarxistin.

Bi armanca xurtkirina yekîtiya neteweyî ya Kurdî, li gelek dever û welatan civîn tên lidarxistin.

Nîlûfer Koç: Divê yekîtiya neteweyî were avakirin 

Di civînê de Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlûfer Koç axaftina destpêkê kir û wiha got:

"Piştî şerê li Rojava û êrîşên li ser Îranê, bi armanca hatina li gel hev a partî û rêxistinên Kurdan, divê yekîtiyeke neteweyî were avakirin."

Her wiha Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar jî wiha lê zêde kir:

"Armanca me, em rêyeke zelal bidin pêşiya xwe, gav bi gav bi nasnameyeke azad bimeşînin.

Pêwîst e ku em weke gelê Kurd li gorî her rewşê jî xwe amade bikin.

Armanca me avakirina aştiyê ye."

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs diyar kir ku pêwîstî bi sîwaneke neteweyî ya Kurdî heye û wiha domand:

"Tu hêzên ji derve nikarin ji bo Kurdan bibin çareserî.

Dema êrîş hate ser Rojava, me dît ku gelê Kurd yek e.

Yekîtiya gel heye û divê ev bibe sazîbûneke fermî."

Di piraniya axaftinan de wiha hate gotin:

"Konferanseke netewî girîng e, ji ber ku ji serdema şerê cîhanê ya yekem heya bi vê serdemê jî ev gav ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke pir mezin e.

Îro Kurd li her devera cîhanê têne naskirin, lê ti statuya xwe nîn e."

Ji nûnerên partiyên Kurdan ên ji her çar hêlên Kurdistanê re axaftin hatine kirin, xalên sereke wiha ne:

"Xebat û têkoşîna gelê Kurd a li rojhilatê welêt, girêdayî şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îran de nîn e.

Parastina Başûr ji bo Rojhilat pir girîng e, perestgeheke baş bû ji bo tevayî beşên Kurdan.

Ev hevpeymaniya Kurdan ji bo Rojhilat pir girîng e û di nava gel de cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. "

Di dawiya civînê de nivîsa ku li ser navê endamên rêveberiya KNK'ê hatibû amadekirin, bi zaraveyên Kurmancî û Soranî hate xwendin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye