Sûriye û Urdunê 9 peyman îmze kirin

Di çarçoveya xebatên Meclisa Bilind a Hevkariyê ya di navbera Sûriyê û Urdunê de, 9 peymanên girêdayî gelek beşan di navbera her du dewletan de hatine îmzekirin. Yek ji xalên peymana ku di navbera Sûriye û Urdunê de, deriyê Nesîb û Cabir bi pergala xebitandinê ya 24 saetan wê were bipêşxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Şandeyeke wezaretê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi serokatiya Wezîrê Derve Esed Şeybanî gihaşt Urdunê.

Ev şande ji bo beşdarî xebatên gera duyemîn a Meclisa Bilind a Hevkariyê ya di navbera her du welatan de bibe.

Piştî civîna yekemîn a ku di gulana par de li Şamê hatibû lidarxistin, ev ger li Emanê hat organîzekirin.

Şandeya Sûriyê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Urdunê û Wezîrê Derve Eymen Sefedî ve hate pêşwazîkirin.

Her du wezîran beriya destpêkirina rûniştinê li ser têkiliyên dualî û mijarên girîng ên hevpar gotûbêj kirin.

Piştre civîna wezîrên Meclisa Bilind a Hevkariyê ya Sûriyê û Urdunê bi beşdariya şandeyên her du welatan dest pê kir.

Ev yek di çarçoveya hewldanên hevbeş ên xurtkirina têkiliyên dualî û berfirehkirina warên hevkariyê di navbera her du welatan de di tevahî beşan de pêk tê.

Di civînê de 9 peyman têkildarî beşên pîşesazî, bazirganî, tenduristî, karûbarên civakî, ewqafê (olî), perwerdehiya bilind, edalet û dadwerî, ragihandin, tûrîzm, poste û dravdana elektronîk hatin îmzekirin.

Li gorî ajansa SANA'yê di dawiya rûniştinan de wiha hate gotin:

“Mekanîzmeya hawirdekirina nû ya li ser rêgeza beramberiyê ku wê ji 10ˊê Nîsana 2026ˊan ve dest pê bike, wê were destpêkirin.

Komîteyeke veberhênanê ya hevbeş wê were avakirin û deriyê Nesîb û Cabir bi pergala xebitandinê ya 24 saetan wê were bipêşxistin.

Dîsa li gorî heman çavkaniyê di civînê de, li ser xurtkirina hevkariyê di beşên enerjî, veguhastin, girêdana eleketrîk û gazê hat gotûbêjkirin.”

Her wiha ji nû ve aktîvkirina xeta trênê û hevkariya di beşa avê de bi rêya pêşxistina Hawiza Yermûkê wê xebat bên kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye