Katz: Dibe ku em dest bi tevgereke leşkerî li dijî Îranê bikin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz da xuyakirin ku dibe ew di demeke nêz de, tevgereke leşkerî ya nû li dijî Îranê bidin destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, roja pêncşemê di derbarê Îranê de, bi rêya ofîsa xwe daxuyaniyek belav kir.

Yisrael Katz got, ji bo Îsraîl piştrast bike Tehran welatê wî tehdît nake, dibe ku Îsraîl neçar bimîne, careke din li dijî Îranê tedbîran bigire.

Di heman demê de, Katz eşkere kir ku Îsraîl bi hevkariya Amerîkayê tevgera leşkerî li dijî Îranê plan dike.

Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku ji bo bidestxistina armancên operasyonê, Serokê Amerîkayê bi hevrêziya Serokwezîr Benjamin Netanyahu, pêşengtiya vê hewildanê dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye