Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Robio di konferanseke Rojnamevaniyê de, der barê siyaseta Amerîkayê de li dijî Tehranê axivî.
Marco Robio ragihand ku nakokiyên Amerîka yên pir kûr û bingehîn bi rejîma Îranê re hene û wiha got: “Îran yek ji welatên cîhanê ye ku herî zêde ceza lê hatiye sepandin".
Robio li dijî Tehranê bi tundî axivî
Robio di Konferansa Rojnamevaniyê de, her cure nermbûnek li hember Tehranê red kir û got: "Ez nafikirim ku kes dikare îdia bike ku rêveberiya Trump bi wan re dostane bûye.
Robio: Rayedarên Îranê welatiyên xwe bi sîxuriyê sûcdar dikin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa pêla girtin û darvekirinan li Îranê kir û got: "Hin ji van darvekirinan piştî şerê bi Îsraîlê re pêk hatine û wiha domand:
“Xelk hatin girtin bi sîxuriyê hatin sûcdarkirin".
Marco Robio: Amerîka nayê xapandin
Lê ev xapandin e û hikûmeta Dewletên Yekbûyî di vî warî de xwe naxapîne û nayê xapandin.
Em her sal raporek ku van dozan şîrove dike, diweşînin.”
Robio tekez kir ku nakokiya Washington bi Tehranê re ne tenê bi bernameya nukleerî ve sînordar e û wiha pê de çû:
"Pirsgirêka me bi rejîma Îranê re, ne tenê xwesteka wan a bidestxistina çekên nukleerî an piştgiriya wan ji terorîzmê re ye, lê pirsgirêka esasî ew e ku ew bi gelê xwe re çawa tevdigere”.
Robio: Rêjîma Îranê rêjîmeke olî û radîkal e
Wezîrê Karê Derve yê Amer6îkayê Marco Robio da zanîn ku rêjîma Îranê rêjîmeke olî û radîkal e û daxuya kirin ku li şûna ku Komara Îslamî ji bo gel pêşerojekê peyda bike, lê wê dewlemendiya wî welatî desteser kiriye û pereyên wê axê ji bo piştgiriya rêxistinên terorîst li çar aliyê cîhanê xerc dike.
Robio: Komara Îslamî nûneratiya gelê Îranê nake
Di dawiya axaftinên xwe de, Robio gel û rayedar ji hev cuda kirin û ev yek anî ziman:
“Gelê Îranê xwedî mîrateya çandî ya kevnar û dîrokeke pir bi rûmet e, Rêjîma Îranê temsîla wî gelî nake”