Hêzên Îsraîlê îro li Xezeyê êrîşeke hewayî pêk anî.
Di encamê vê êrîşê de, 3 kes hatin kuştin.
Di heman demê de, li rojavayê Xezeyê jî 2 ciwan bi gulêyên Îsraîlê, hatin kuştin.
Li gorî agahiyan li taxa Şucaiyya jî ji ber êrîşekê bi dronê, kesek hat kuştin.
Her wiha ji ber bombebarana hêzên Îsraîlê yên ser el-Mansûra, 2 kes din jî hatin kuştin.
Tê gotin ku ji destpêka peymana agirbestê ya 11`ê cotmehê û vir ve, hejamarê qurbaniyan gihîşt 404 kesan û hezar û 108 kesên din jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê piştrast dike ku li bakurê rojavayê Xezeyê, hêzên wan di operasyonekê de 2 Filistînî kuştine.
Li herêma Qabatiya, dema ku zarokekî 16 salî bi keviran êrîşî leşkerên Îsraîlê dikir, leşkeran ew zarok kuştin.
Li herêma Silat el-Harithiye jî , artêşa Îsraîlê radigihîne ku zilamekî Filistînî piştî ku bombeyek teqemeniyê avêtiye ser leşkerên wan, ew kes hatiye kuştin.
Di 2 salan de li Xezeyê 1030 kes hatin kuştin
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di du salên borî de hezar û 30 Filistînî li Xezeyê hatine kuştin.
Her wekî din, nûnerên Amerîkayê, Misir, Qeter û Tirkiyê ji bo planên aşîtiyê yên di der barê Xezeyê de, di nav hewldanan de ne.
Herî dawî jî, duh ji aliyên van welatan ve, daxuyaneke hevbeş hatibû ragihandin .
Di vê daxuyaniyê de nûnerê Amerîkî Steve Wittkoff dibêje:
“ Me gavên din ên di qonaxên pêkanîna plana aştiyê ya berfireh a têkildarî Xezeyê de nirxand.”