Li herêmê xebatên entegrekirina qada perwerdeyê didomin

Zanîngeha Rojava wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Hikûmeta Veguhêz Merwan Helebî û şandeya wî pêşwazî kir. Aliyan li ser birêveçûna qonaxa perwerdeyê gotûbêj kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 29'ê çileyê de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de peymanek hat îmzekirin.

Di çareçoveya vê peymanê de, hemû saziyên Rêveberiya Xwerser dê tev li Hikûmeta Sûriyê bibin.

Di qada perwerdeyê de jî, hemû mamosteyên rêveberiyê tev li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikûmeta Veguhêz bûn.

Beriya demekê jî, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bawernameyên Rêveberiya Xweser bi fermî nas kirin.

Hevdemî vê, Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî got ku wê li herêmê minhacên Rêveberiya Xweser heta 2 salên din jî werin dayîn.

Zanîngeha Rojava şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

Vê sibehê jî, şandeyeke Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Veguhêz serdana Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê kir.

Şande bi serokatiya wezîrê wê Dr. Merwan Helebî û parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bû.

Şande ji hêla nûnerên ji rêveberiya zanîngehê, gerînendetiya Qamişloyê Cîhan Hesam û berpirsê Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şero ve hat pêşwazîkirin.

Li avahiya zanîngehê di navbera her du aliyan de hevdîtinek 2 seatan ji dezgehên çapemeniyê re girtî pêk hat.

Li gorî Parêzgariya Hesekê, di hevdîtinê de xalên têkildarî rewşa perwerdeya bilind li parêzgeha Hesekê, astengî, pêdiviyên wê û rêyên ji bo pêşxistina wê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha mekanîzmaya pêkanîna pêvajoya entegreyê, temamkirina rêkarên qanûnî û rêveberî jî hatin gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye