Şêniyên Qamişlo: Daxwaza başkirina rewşa aborî kirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û daxwaza başkirina rewşa aborî û jiyanî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li bajarê Qamişloyê bi dehan şênî û xwediyên dikanan daxwaza çareseriyeke bilez ji bo krîza jiyanî li bajêr kirin.

Di Xwepêşandêran de pankartên bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî, peydakirina eleketrîk bi awayekî birêk û pêk, qutbûna piştgiriya xizmetguzarî ya ji bo mazotê û çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê, hildan.

Beşdaran dirûşmên bilez tev bigerin, rewşên aborî çareser bikin bariz kirin.

Her wiha şêniyan gotin ku bilindbûna bihayên kel û pelên bingehîn, li kêleka qutbûna eleketrîkê welatî westandin, bandoreke neyînî li jiyana rojane dike û zirarên mezin gihandiye xwediyê dikanan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye