Hat Nûkirin: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Sûriyê kir.
Li balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, Nêçîrvan Barazanî ji aliyê rêveberê Rêveberiya Karûbarên Erebî di Wezareta Karê Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Mihemed Ehemd de, hat pêşwazîkirin.
Paşê, Serokê Hikûmet Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera li Koşka Gel pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir.
Her du alî li hev civiyan.
Ajansa SANA'yê ragihandin ku her du alî li ser xurtkirina têkiliyan, zêdekirina hevkarî, pêşketinên li herêmê bi awayekî ku beşdarî piştgiriya ewlehî, aramî û xurtkirina hevkariya herêmî bibe, hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî: Ehmed Şera wê mafê hemû gel û olan biparêze
Li ser vê hevdîtinê, Nêçîrvan Barzanî li ser malpera xwe ya fermî X'ê daxuyaniyek da û wiha got:
"Îro kêfxweş bûm ku li ser vexwendina Serok Ehmed Şera min serdana Şamê kir.
Min baweriya xwe bi serok Şera anî, Sûriye di bin serokatiya wî de dikare aramiya mezintir, geşbûn û pêşerojeke çêtir ji bo hemû gelê xwe bi dest bixe.
Min piştgiriya xwe ji bo Sûriyeke yekgirtî ku mafên hemû komên etnîkî û olî tê de tên parastin, piştrast kir.
Em wekî cîran di navbera Sûriye, Îraq û Herêma Kurdistanê de gelek berjewendiyên hevpar parve dikin."
Ev yekem serdana Nêçîrvan Barzanî bo Şamê ye û li ser vexwendina Ehmed Şera pêk hat.
Hat angaştkirin ku Mazlûm Ebdî jî serdana Şamê kiriye
Li ser vê hevdîtinê, Serokatiya Komara Erebî ya Sûriyê jî daxuyaniyek da.
Serokatiyê diyar kir ku Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Ji aliyekî din ve hat angaştkirin ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî serdana Şamê kiriye, lê heta niha têkildarî vê serdanê daxuyaniyek nehatiye dayîn.