Trump: Min êrîşa li ser Îranê betal kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro bi peyamekê eşkere kir ku ew êrîşên li ser Îranê radiwestîne. Donald Trump dibêje ku rawestandina êrîşan li ser daxwaza Îran pêk aniye. Îranê jî îdîayên Trump ku dibje, Îranê daxwaza rawestandina şer kiriye, derewand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî pêşbinî û texmînkirina destpêkirina êrîşa leşkerî ya Amerîkî ya li ser Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump sibeha roja yekşemê li ser platforma Truth Socialê bi nivîsekê ragihand ku ew êrîşê betal dike.

Donald Trump daxuyand ku wî li ser daxwaza Îran û welatên herêmê biryara betalkirina êrîşa li ser Îranê daye.

Her wiha di nivîsa xwe de Trump ev agahî dan:

"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tevahî amade ye ku li dijî Îranê tev bigere.

Bi asteke amadebûn, hêz û şiyana leşkerî ya ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve nehatiye dîtin.

Lê belê, hikûmeta Îranê û welatên din ên li Rojhilata Navîn ji me xwestin ku em êrîşê rawestînin,

ji ber ku wan li ser çarçoveya peymanekê li hev kirine."

Trump: Min êrîş bi mercê gihaştina rêkeftinekê betal kir

Her wiha Trump di peyama xwe de tekezî li ser vekirina Tengava Hurmizê kir û behsa mijara nukleerî ya Îranê kir û wiha domand:

Ev peyman dê vekirina demildest û bê şert û merc a Tengava Hurmizê û bidawîkirina gefa nukleerî ya Îranê di nav xwe de bigire. 

Îranê daxuyaniya Donald Trump derewand

Li aliyekî din Îranê daxuyaniya Donald Trump derewand.

Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê ku agahiyan dispêre rayedarên leşkerî, îdîayên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) weke “dereweke din” pênase kir.

Her wiha ragihand ku hêzên Îranê “ji her cûre senaryoyan re amade ye.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê jî di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe spart çavkaniyekî nêzî heyeta muzakereya nukleerî, ragihand ku heta “Helwesta dijminane” ya DYA’yê dewam bike wê Tengava Hurmuzê girtî bimîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye