Rûsyayê, bi dornan êrîşî ser bajarê Xarkiyêvê yê li Bakurê rojhilatê Ûkraynayê û derdora wê kir.
Karbidestên ûkraynî gotin ku di êrîşên Rûsyayê yên li ser bajarê Xarkiyêv û derdora wê de, 2 kes hatin kuştin û topbarana bendera Îzmaîl li ser Çemê Danubê zirar da tesîs û binesaziya enerjiyê.
Dozgerên giştî yên Xarkiyêvê di daxuyaniyekê de li ser Telegramê roja pêncşemê serê sibê, gotin ku jinek di êrîşa li ser Xarkiyêvê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê ji ber giraniya birînên xwe, jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşên li ser du taxên Xarkiyêvê de 9 kes birîndar bûn
Li gor dozgerên giştî, di êrîşên li ser du taxên bajêr de 9 kes birîndar bûn ku ev bajar 30 kîlometreyan dûrî sînor e û pir caran dibe hedefa hêzên rûsî.
Dozgeran her wiha gotin ku droneke rûsî, zilamek di otomobîla xwe de li taxeke nêzîkî sînor kuştiye.
Karbidestên herêmî yên li Îzmaîlê, li başûrê rojavayê Ûkraynayê, gotin ku bajar rastî êrîşê hatiye û zirar gihiştiye bender û tesîsên elektrîkê.
Balafirên bêmirov ên Ûkraynayê li gundekî nêzîkî sînor 2 kes kuştin
Li aliyê Rûsyayê, Waliyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov got ku balafirên bêmirov ên Ûkraynayê li gundekî nêzîkî sînor ciwanekî 18 salî û jinek li bajarokê Hryvoron kuştin.
Di şerê 4 salan ê di navbera Kîev û Moskowê de, Belgorod gelek caran ji aliyê hêzên Ûkraynayê ve hatiye hedefgirtin.
Li Moskowê Şaredar, Sergei Sobyanin got ku Rûsyayê roja çarşemê 17 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê yên ku ber bi paytextê ve diçûn, asteng û wêran kirin.