Welatên G7 civîneke awarte li dar dixin

Wezîrên Karên Derve yên welatên G7 dê li Fransayê rewşa şerê li Rojhilata Navîn binirxînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrên Karên Derve yên welatên G7 ji bo rewşa şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê binirxînin, rojên înê û şemiyê li bajarê Der Fou de Cernai yê Fransayê civîneke awarte li dar dixin.

 

Welatên Ewropayê û hevalbendên wê dê beşdarî civînê bibin.

 

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio bi hevkarên xwe yên Kanada, Almanya, Îtalya, Fransa, Japonya û Brîtanya dê di roja duyem a civînê de beşdar bibin.

 

Di civînê de dê li ser rewşa şerê li Rojhilata Navîn diqewime, nîqaş bêne kirin.

 

Her wiha, dê welatên beşdar hewl bidin nakokiyên xwe yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime, kêm bikin.

 

Dosya Ûkrayna û Xezeyê jî dê mijarên sereke yên civînê bin.

 

Civîna welatên G7 di wextê ku Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump amade ye ku şer dijwartir bike û Îran şertên lihevkirinê qebûl nekir, tê lidarxistin.

 

 

 

ji bo bidawîanîna şer Fransa di tevgerê de ye

 

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot diyar kir ku Fransa civîna G7 birêxistin kiriye û hewl dide ku nehevsengiyên cîhanî yên kûr ku bûne sedema tengaviyên mezin û li ser jiyana hemwelatiyan xetereyê çêdike, çareser bike.

 

Her wiha piştî Îsraîl ragihand ku dê li başûrê Libnanê herêma bi ewle heyanî çemê Lîtanî çêbike, Barrot bang li Îsraîlê kir ku hêzên xwe rêneke başûrê Libnanê.

 

Fransa, wezîrên karên derve yên Brezîlya û Hindistan, Ûkrayna, Erebistana Siûdî û Koreya Başûr vexwendiye da ku beşdariyê di civîna welatên G7 de bikin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye