TRUMP: EZ JI BO GELÊ ÎRANÊ XEMGÎN IM, XUYA YE EW DI DOJEHÊ DE DIJÎN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, derbarê rewşa Îranê de got: "Divê Îran bi Amerîkayê re bigihêje rêkeftineke adilane."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump, diyar kir ku gelê Îranê ji rêberên xwe pir cuda ye û rewşa heyî wekî "pir, pir, pir xemgîn" bi nav kir.

 

Trump, destnîşan kir ku di demeke kurt de li Îranê 32,000 kes hatine kuştin.

 

Serokê Amerîkayê, behsa darvekirinên girseyî yên vê dawiyê kir û wiha anî ziman:

 

"Du hefte berê, plankirî bû ku 837 kes werin darvekirin.

 

Darvekirin, bi karanîna krênekê, dihatin kirin.

 

Min, ji wan re peyamek şand û got ku heke ew kesekî darve bikin, ew ê tavilê bibin armanc, ji ber vê yekê wan darvekirin betal kirin.

 

Xuya ye ku wan ti darvekirin pêk neaniye."

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump, axaftina xwe bi gotina "Ez bi rastî ji bo gelê Îranê xemgîn im, xuya ye ku ew di dojehê de dijîn." bi dawî kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye