Lezgin

Annalena Baerbock bû seroka Neteweyên Yekbûyî

reset font size increase font size

Wezîra berê ya derve ya Almanya Annalena Baerbock wek Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate hilbijartin. Hewldana Rûsyayê ya ji bo astengkirina hilbijartina Baerbock bi ser neket. Erka wê dê di meha Îlonê de dest pê bike.

Di hilbijartinên serokatiyê de, ku bi awayekî neasayî li ser daxwaza Rûsyayê bi dengdana veşartî hatin lidarxistin, Baerbock ji 188 dengên derbasdar ên di Konseya 193 endaman de 167 deng wergirt, 14 welat jî bêalî man. Heft welatan piştgirî dan namzeta destpêkê ya Almanya Helga Schmid û hin welat jî tevlî dengdanê nebûn.

Siyasetmedara Keskan Annalena Baerbock a 44 salî dê di 9’ê Îlonê de dest bi wezîfeya xwe ya yek salî bike. Baerbock beriya dengdanê axivî û soz da ku wekî "navbeynkarek rast" û "hêzeke yekgirtî" serokatiya Civata Giştî bike, û pêşîniyên wezîfeya xwe wekî pêkanîna armancên domdariyê yên NY, têkoşîna li dijî krîza avhewayê û wekheviya zayendî rêz kir.

Yek ji erkên herî girîng ên Baerbock di wezîfeyê de dê organîzekirina hilbijartina cîgirê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres be ku dema wî di dawiya sala 2026’an de diqede.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî xwedî girîngiyeke sembolîk e ji ber ku ew nûnertiya hemû welatên endam dike. Biryarên Civata Giştî mîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji hêla qanûnî ve girêdayî nînin.

Baerbock di dema wezîra karên derve de bi rexneyên xwe yên tund ên li ser Rûsyayê ji bo mijara Ukraynayê dihat nasîn. Dîplomatan gotin ku Rûsyayê, berevajî adetê, daxwaza dengdana veşartî li Civata Giştî kiriye. Bi gelemperî, dema ku namzetek dijber tune be, serokatiya Civata Giştî bi lihevkirinê bêyî dengdanê tê destnîşankirin.

Rûsyayê eşkere gotiye ku ew Baerbock wekê namzetek guncaw ji bo serokatiya Civata Giştî nabîne û wezîra karên derve ya berê bi "bêlîyaqat" û "pir alîgir" tawanbar kiribû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24