Di xwepêşandanên li Yemenê de kesek hat kuştin, 23 kes birîndar bûn

Di xwepêşandanên li pêşiya qesra serokatiyê ya bajarê Edenê yê li başûrê Yemenê de kesek hat kuştin û 23 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li dijî avakirina hikûmeta nû xwepêşandan li pêşiya qesra serokatiyê ya Meaşîq a li bajarê Edenê yê başûrê Yemenê hatin lidarxistin.

 

Hate diyarkirin ku hêzên hikûmetê gule li xwepêşandêran reşandin û di encamê de xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da û 23 xwepêşandêr jî birîndar bûn.

 

Meclisa Veguhêz a Başûr êrîşa li dijî xwepêşandêran şermezar kir.

 

Meclisê banga agirbesta demildest kir.

 

Her wiha banga lezgîn a avakirina komîteyeke serbixwe ya lêkolînan kir da ku berpirsên fermana êrîşê daye werin eşkerekirin û hesab jê were pirsîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye