Îraq û Başûrê Kurdistanê ji welatên herî dewlemend ên xwedî çavkaniyên xwezayî yên bêhempa û gelek çavkaniyên dahatê ye.
Lê pergaleke aborî ya qels heye, aborî û bazara wê ji ber gelek sedeman ji her bayê diheje.
Lê metirsiya herî mezin a li ser Îraqê nebûna hilberîna navxweyî û binesaziya aborî ye.
Welatekî dewlemend bi çavkaniyên dahatê: îraq
Dahata Îraqê ji çend çavkaniyan tê, ew jî: enerjî, çandinî, pîşesazî û geştiyarî ye.
Lê çavkaniya sereke ku xezîneya Îraqê pê ve girêdayî ye; petrol e.
Çavkaniyên din bûne girêkek qels di zêdekirina dahata welat de.
Girêdana pişta xwe bi petrolê ve wekî çavkaniya sereke ya dahatê, aboriya Îraqê veguherandiye aboriyeke kirêdar.
Li şûna ku bibe yek ji stûnên binesaziya aborîya welat, ji dema hilweşîna rejîma Sedam Husên ve, kabîneya hikûmeta Îraqê tu planek ji bo veguheztina aboriya Îraqê ji kirêdariyê bo binesaziyê tune bû.
Ji ber vê yekê, Îraq bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ye û ji bo rizgarkirina wê ji vê kirêdariyê pêdivî bi destekê heye.
Hilberîna navxweyî kêm e û aboriya heyî girêdayî aboriyên biyanî ye.
Sedemên ku dihêlin aboriya îraqê ne sabit be?
Pirsa ku her tim tê pirsîn ew e ku “çima aboriya Îraqê ne sabit e"?
Sedemên wê jî gefên li ser aboriya Îraqê ne ku ew jî wiha ne;
Faktorên navxweyî, ku ew jî berpirsên hêzên siyasî û leşkerî ne ku aboriya Îraqê têk dibin.
DYA, Îran û çend welatên din hewil didin ku aboriya Îraqê kontrol bikin.
Gendelî ku wek nexweşiyeke kronîk e ji laşê aboriya Îraqê dernakeve.
Nebûna hilberîna navxweyî.
Îraq deyndarê zêdetirî 75 milyar dolarî ye
Tevî van hemûyan, Îraq welatekî deyndar e.
Li gorî Banka Navendî ya Îraqê, qebareya deynê navxweyî û derve yê Îraqê gihiştiye zêdetirî 75 milyar dolarî.
Li gorî rapora dawî ya Wezareta Darayî ya Îraqê, dahata salane ya giştî ya Îraqê 103 trîlyon û 514 milyar dînar e.
Veguhestina DAIŞ`ê bo Îraqê dê barê aboriya girantir bike
Li kêlek van pirsgrêkên aborîyê, Endamên DAIŞ'ê yên ku ji Sûriyê hatine veguhestin li Îraqê dê barê aboriya girantir bike.
Îraq neçar e ku bi milyaran dînar ji bo xwarin û lêçûnên 7 hezar endamêmn DAIŞ’ê dabîn bike û xerc bike.
Rewşa aborî ya herêma Başûrê Kurdistanê jî dikeve xeteriyê
Bi vê ve girêdayî rewşa aborî ya Herêma Başûrê Kurdistanê jî dikeve xeteriyê.
Li aliyekî nebûna xizmetgûzariyan li gelek bajar û navçeyan, Kêmbûna derfetên kar dibe sedema pirsgrêkên aborîyê.
Zêdekirina bacê, bandoreke xirab li bazarê kiriye
Bi hatina meha Remezanê û zêdekirina bacê re, bandoreke xirab li ser bazarê bûye.