Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku armanca wan kêmkirina dahata Îranê ji bazirganiya petrolê ya cîhanî ye.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent diyar kir dorpêç zêdetirî 50 kes, şîrket û 50 keştiyan armanc digire.
Sizayên nû toreke berfireh ji tanker û keştîyên petrolê yên Îranê armanc digirin.
Ev tor ji hêla Mihemed Huseyîn Şemxanî ve tê kontrolkirin, ku kesayetekî pêşeng ê nêzîkî rejîma Îranê ye.
Tê îdîakirin ku Şemxanî bi karanîna bandora siyasî ya bavê xwe, ku şêwirmendekî nêzîk ê Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ye, sewqiyata petrolê ya bi nirxê milyar dolaran hêsan kiriye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku 20 şîrketên nû di bin dorpêçan de xistine lîsteya reş.
Di nav wan de, bikarînerekî bendergehê li Çînê ji ber kirîna petrola xam ji Îranê hatiye armancgirtin.
Wezaretê her wiha 10 keştî ji ber bazirganiya petrolê bi Îranê re dorpêç kiriye.
Washington Tehranê bi "piştgiriya komên terorîst ên li derveyî welêt" û "tepeserkirina gelê xwe" tawanbar dike. Ev îdia wekî bihane ji bo cezayan hatine nîşandan.
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê armanc dike ku bi sînordarkirina dahata ji hinardekirina petrolê bandora Îranê li herêmê û şiyanên wê yên nukleerî kontrol bike.
Pêla dorpêçên ku di mehên dawî de li ser kes û şîrketên ku petrola Îranê vediguhêzin hatine sepandin.
Ereqçî: Divê Amerîka tezmînata şerê 12 rojan bide
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji rojnameya Financial Times re da zanîn, piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sizayên nû danî ser Îranê, welatê wî pabendbûna xwe ya ji bo dewlemendkirina uranyûmê dubare dike.
Wezîrê karê derve yê Îranê idia dike ku ew dikare uranyûmê dewlemend bike û got: "Heya ku Waşington dewlemendkirina uranyûma Tehranê asteng bike, ti rêkeftin çênabe."
Eraqçî rave kir ku ji bo danûstandinên nuklerî ji nû ve dest pê bikin, divê Amerîka tezmînata şerê 12 rojan bide.