Li Tirkiyê wê roja pêncşemê mazot 1.74 lt biha bibe

Li Tirkiyê careke din nirxê mazotê wê bê bihakirin. Hat ragihandin ku wê roja pêncşemê mazot li Tirkiyê bi 1.74 lîreya Tirkiyê biha bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî pêşbîniyan, zêdebûna 1.74 TL wê ji nîvê şeva pêncşemê ve bikeve meriyetê.

Zêdebûneke din a bihayê mazotê ku di van mehên dawî de, bi berdewamî diguhere.

Ev guherîn girêdayî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê û bi rewşa Tengava Hurmizê ve girêdayî ye.

Karbidestên sektora belavkirina sotemeniyê diyar kirin ku biryara dawîn a derbarê dema guhertina bihayê û rêjeya dawîn wê piştî erêkirina Desteya Sererastkirina Bazara Enerjiyê û rayedarên bilindtir were temamkirin.

Piştî zêdebûna 1,74 lîreyî lîsteya nû ya buhayê pompeyan ku wê li gorî lêçûnên veguhastin û belavkirinê yên li herêmên cuda yên Tirkiyê were avakirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye