Rojhilata Navîn ji ber dewlemendbûna sererd û binerdê bûye cihê şer û aloziyê.
Îran yek ji welatên herî girîng e di cîhanê de, û ji aliyê petrol û gazê ve dewlemend e.
Îran di nav welatên herî mezin ên rezervên petrolê de ye, di cîhanê de bi awayekî giştî di rêza 3–4'an de tê hesabkirin.
Piraniya petrolê li herêmên başûr û rojavayê welêt e.
Tevî rezervên mezin, hin caran berhemkirin û firotin ji ber sanksiyonên navneteweyî kêm bûye.
Îran hewl dide ku bazarên nû bi welatên wek çîn û welatên asyayî re ava bike
Li Îranê yek ji mezintirîn rezervên gazê li cîhanê heye (bi taybetî bi zeviyê South Pars).
Qada gazê ya herî girîng South Pars e ku bi Qeter re parvekirî ye.
Gazê ji bo bi karanîna navxweyî (elektrîk, germkirin, sanayî) pir tê bikaranîn.
Ji ber kêmbûna veberhênan û sanksiyonan, Îran nikare bi awayekî mezin gazê derxîne bazarên Ewropayê.
Aboriya Îranê bi giranî li ser hinardekirina enerjiyê hatiye avakirin.
Îran hewl dide ku bazarên nû bi welatên wek Çîn û welatên Asyayî re bike, ji bo bazara xwe di warê firotina petrolê de ber fireh bike.
îran rojane 4.6 milyon bermîl petrolêhildibirîne
Li gorî hinek agahiyan Îran berê di rêza 3 de bû, ji aliyê hilberînê ve û di nav 10 welatên herî mezin ên hilberîneran de ye.
Li gor daneyên nû yên cîhanê Îran rojane 4.6 milyon bermîl petrolê hildibirîne.
Her wiha di nav 7 welatên herî mezin yên petrolê hildibirînin de ye.
Li gorî hin raporên nû dibêjin asta hilberîna petrola Îranê di rêza 6–7'emîn ê cîhanê de ye.
Îranê, zêdetir petrolê bi awayekî ne fermî an bi rêyên taybet difiroşe Çînê.
Her wiha ji ber şert û mercên welatên rojavayî, taybetî Amerîka firotina petrolê bi astengiyan re rû bi rû ye.
Her ji ber rewşa ne diyar a jeopolîtîk û zêdebûna buhayê enerjiyê borsayên Ewropayê bazarê ketine.
Ji ber şerê ku niha Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê dest pê kirî, petrol bilind bûye û ev yek jî qîmeta dolar jî zêde kirî.