Karmendên herêmê: Hikûmet ne di xema welatiyan de ye

Karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê li dijî ne dayina Mûçeyên karmendan nêrazibun nîşandan. Her wiha diyarkirin ku berpirsên Herêmê, ne di xema jiyana welatiyan de ne. Karmend Hîwa Osman da zanîn ku hikumet mûçe xistine nava nakokiyên xwe yên siyasî û hizbî de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pirsgirêkên darayî yên di navbera hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de berdewam in. Pirsgirêk derbasî qonaxekî nû bûne.

Karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê 91 rojin muçeyê xwe wernegirtine.Heta niha jî ti demek ji bo dayîna muçeyan nehatiye eşkerekirin.

Di vê navberê de jî karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê dibin qurbaniyên sereke yên van pirsgirêkên navbera her du aliyan de.

 

Hikumeta Iraqê welatiyan dikin qurbanê pêşbaziya siyasî

 

Di derbarê nedana muçe û bandora wê ya li ser jiyana rojane de, karmendên Herêmê ji Ajansa Rojnews re axivin.

Karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ji piştî ku Hikûmeta Herêmê li gel Tirkiye girêbesta 50 salî ya serbixwe îmze kiriye, ji wê rojê heta niha rewşa xelkê dibin xeteriyê de ye.

Karmendê bi navê Osman Remezan diyarkir ku ev pirsgirêka muçeyan ji aliyê hikûmeta herêmê bi xwe ve hatiye derxistin.

 

Osman Remezan: Hikûmet tenê bi berjewendiyên xwe difikire

 

Remezan da zanîn ku erka hikûmetê ye ku maf, mûçe û debara welatiyan peyda bike.

Osman Remezan destnîşan kir hikûmet tenê bi berjewendiyên xwe difikire, ne di xema jiyana welatiyan de ye. Niha nedana muçeyan bandoreke xirab li ser jiyana tevayî welatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê kiriye.

Karmend Hîwa Osman jî li ser bandora nedana muçeyan axivî û got: "Nedana muçeyan bandorek neyînî li ser rewş û jiyana welatiyan kiriye."

Hîwa Osman da zanîn ku hikumet mûçe xistine nava nakokiyên xwe yên siyasî û hizbî de û got:

" Dema dahatê bi ser xwe de dabeş dikin jî dibe şer û pirsgirêkên wan ên navxweyî derdikevin. Wê demê jî mîna niha karmend û welatî baca wê didin û zererê jê dibînin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24