Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, ragihand ku piştî nirxandina pirsgirêkên teknîkî û serdana hemû zeviyên petrolê yên Herêmê, peyman ji aliyê 23 şandeyên ji her du aliyan ve hatiye îmzekirin.
Herêma Kurdistanê wê 50 hezar bermîl petrol ji bo pêdiviyên navxweyî hilberîn e û ya mayî, dê ji bo hinardekirinê radestî SOMO’yê were kirin.
Herêma Kurdistanê tekez kir ku di dema niha de, tenê maye ku Hikûmeta Iraqê, bi Tirkiyê re têkiliyan çêbike, da ku petrol bi rêya benderê Cîhanê were hinardekirin.