Di civîna Urdunê de biryara komîteyek hevpar hate girtin

Ji bo nîqaşkirina rewşa mirovî û rewşa li ser erdê ya Sûriyeyê civîneke sêalî di avbera Urdun, Sûriye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li dar ket. Di civîrê de biriyar hate girtin ku ji bo pêşxistina agirbesta li Siwêdayê komîteyeke hevbeş a xebatê were avakirin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo nîqaşkirina rewşa mirovî û rewşa li ser erdê ya Sûriyeyê civîneke sêalî di avbera Urdun, Sûriye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li dar ket.

Di civîna sêalî de, biriyar hate girtin ku ji bo pêşxistina agirbesta li Siwêdayê komîteyeke hevbeş a xebatê were avakirin

Her wiha her sê aliyan teqezî li ser pêwîstiya hesabpirsînê ji sûcdarên binpêkirinan û afirandina şert û mercan, ji bo vegera kesên koçber, kirin.

Piştî civînê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack li ser Xê peyamek belav kir.

Barrack diyar kir ku piştî hevdîtineke bi berhemdar, Hikûmeta Sûriyeyê soz daye ku ji bo ji berpirsên tawanên hovane yên li Siwêdayê hesab bipirse, hemû derfetên xwe bi kar bîne û garantî bike ku ti kes nikare bireve.

Tom Barrack anî ziman ku Sûriye ji bo lêkolînkirina van tawanan, bi taybetî tundûtûjiya xeternak a li Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê, bi Neteweyên Yekbûyî re di nava hevahengiyeke tam de ye.

Ev civîn wekî berdewamiya gotûbêjên ku di 19'ê Tîrmehê de di navbera heman rayedaran de hat kirin, pêk hat.

Ew hevdîtin piştî bûyerên tundûtûjiya mezhebî ya bi xwîn a li parêzgeha Siwêdayê ku bûbû sedema mirina bi sedan kesan, hat lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24