Şîrketa Bapco ya Behreynê, roja yekşemê got ku piştî êrîşeke Îranê agir di depoyekê li yek ji tesîsên wê de derketiye, lê ti birîndar tune ne.
Şîrketê di daxuyaniyekê de, zêde kir ku agir hatiye vemirandin û nirxandina zirarê didome.
Ji aliyekî din ve, Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Kuweytê, li ser zimanê Wezareta Darayî ragihand ku roja yekşemê, piştî êrîşeke bi dronan, li kompleksa sektora petrolê ya Şuweyx, agir derketiye.
Wezareta Darayî got ku droneke Îranî êrîşî avahiya hikûmetê kiriye û zirarên madî yên mezin çêkiriye, lê ti qurbanî çênebûne.
Wezareta Elektrîk û Avê ya Kuweytê jî, got ku piştî ku dronên Îranê du santralên elektrîkê hedef girtine, du yekîneyên hilberîna enerjiyê jî ji kar hatine derxistin.
Ev êrîşên dawî di demekê de tên ku şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ketiye hefteya xwe ya 6`emîn de û Tehran êrîşî Îsraîl û welatên Kendavê dike ku baregehên leşkerî yên Amerîkî lê ne.