Artêşa Îranê, roja yekşemê li kargeheke deronan a Artêşa Îsraîlê da.
Gelek cureyên dron û bombeyan ên Artêşa Îsraîlê di wê kargehê de dihatin çêkirin.
Piştî ku kargeh bi temamî hat wêrankirin, rêveberê Kompaniya "AeroSol"ê Israel Wasserlauf, ev nûçe pişt rast kir.
Ji ber zirarên mezin ên ku gihîştine kargehê, êdî nema dikare careke din dest bi çalakiyên xwe bike.
Her wiha destnîşan kir ku di encama êrîşa Îranê li ser kargeha dronan a Îsraîlê de, gelek cureyên dronan û pêkhateyên bombeyan ên Artêşa Îsraîlê hatine rûxandin, lê kuştî û birîndar tune ne.