Li Enqere û Stenbolê operasyon: 127 kes hatin girtin

Li Enqere û Stenbolê, di lêpirsîna DAIŞ'ê de 127 kes hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Yalovayê piştî pevçûna di navbera polîs û DAIŞ`ê de, li Enqere û Stenbolê jî operasyonên li dijî  DAIŞ`ê hatin destpêkirin.

Hat ragihandin ku îro danê sibehê li Stenbol û Enqereyê bi ser gelek cihan de hat girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de 127 kes hatine binçavkirin û 5 kes jî di lêgerînê de ne. 

Di daxuyaniyekê de ji dozgeriya Stenbolê hat destnîşankirin ku ji 110 gumanbarên ku li Stenbolê hatine binçavkirin, 41 kes bi êrîşa Yalovayê ve girêdayî ne.

Di heman demê de, li Yalovayê di operasyona li dijî DAIŞ`ê de, 3 polîs hatin kuştin û 8 polîs jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye